Hêzên Îranê li avahiyên cemaweriyê bi cih bûn
Di şer de ku kete roja 32'an, hêzên Îranê ji bo xwe veşêrin li dibistan, mizgeft û nexweşxaneyan bi cih bûn.
Di şer de ku kete roja 32'an, hêzên Îranê ji bo xwe veşêrin li dibistan, mizgeft û nexweşxaneyan bi cih bûn.
Li gorî Rojnewsê ku çavkaniyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hêzên Supayê Pasdarên Îranê ji bo xwe ji êrişên hewayî yên DYE û Îsraîlê biparêze, li 28 dever, 17 parêzgeh û 2 gundên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi giştî li 34 cihên wek dibistan, zanîngeh, nexweşxane, lîstikgeh, mizgeft, park û avahiyên hikûmetê bi cih bûne.
Li gor gotina çalakvanên civaka sivîl yên Îranê, bicihbûna van hêzên leşkerî ya li cihên sivîlan, metirsiya şer a li ser sivîlan zêdetir dike. Bikaranîna van cihan ji bo armancên leşkerî li gor yasayên navdewletî qedexeye.